Çarenûsa Kurdan: Çi yê Luxemburgê ji yê Kurdistanê Zêdetir e?
Manage episode 442121690 series 3589969
Beriya demên modern Ehmedê Xanî, di kitêba xwe Mem û Zînê de ku ji aliyê neteweperestên Kurd ve pîroz û rêber tê qebûlkirin, behsa bêdewletbûna Kurdan kiribû û vê kêmasiyê wek bextreşî an jî bêşansî binav kiribû. Lê ji dema Xanî heta niha pergala siyasî ya li ser rûyê dinê gelek guheriye, gelek dewlet hilweşiyan û li şûna wan gelek yên nû hatin avakirin.
Ligel gelek rêxistin, sazî û partiyên Kurdan, ku piraniya wan mafê diyarkirina çarenûsa miletan wek dewletbûn qebûl dikin, tevî têkoşîna xwe ya bi dehan salan tu encamek erênî bi dest nexistine û loma di nav dewletên li ser rûyê dinê de, ku hêjmara wan ji 200 zêdetir in, dewleta Kurdan nîn e.
Gelo çima?
Divê podcastê de ez ê bala we bikişînim ser mafê miletan a diyarkirina çarenûsa xwe û em ê bibînin ku Kurd çawa ji vê mafê mehrûm mane...
Ji kerema xwe re bibin abone, şîroveyên xwe parve bikin û podcastan belav bikin...
#ehmedixani
#ahmedihani
#kurds
#kurdi
#kurdistan
#luxemburg
#UN
#dîrok
#türkiye
#iran
151集单集